top of page

Ay Eman Eman Eman Ci Xerabe Ev Zeman



9 *Girîngî pêdana çanda kurdî, nayê wê wateyê ku em parastina fehma netewetiya kulturî dikin, netewetî, di heman demî mafê desthelatbûna sîyasî yejî- Xwendevanên birûmet, piştî ku me armanc û rêgezên xwe yên bingehî dîyar kirin, hem wek prensîbeke çapemenîyê û hem jî ji bo pêşîlêgirtina xelet têgihîştinê, divê em agadariyekê bidine we. Yên kovara BIRê derdbdn, hinek ji wan di pêvajoya derxistina kovara WARê de jî hebûn. Ji hejmara yekê heta hej mara dawî(16), em naveroka hemû hejmarên kovara WARê diparêzin. Lêbelê em dixwazin bi xwendevanan bidin zanîn ku kovara BÎRê, berdewamiya kovara WARê nî ye. Kovara BÎR, bi çapkirina lêkolîn û lêgerînên li ser ziman, dîrok û çanda kurdî her dixwaze bîra we ya dîrokî û civakî teze bike, bi berdewamî bibe hafıza we ya dîrokî û neteweyî. Ew miletên ku bîra wan a dîrokî û neteweyî bihêz nebe, bûyerên rabirdû yên dîrokî jibîr bikin, beşik gelek bûyerên pêkhatî yên dîrokî duçar dê di ser wan de werin. Yanî sert û merc û dem bigore jî, dê dîro ka wan dubare be. Digel wî yên ku rabirdûya xwe jibîr bikin yan jî nizanibin, dahatûya wan jî nedîyar dibe. Di vê çarçovê de, qe nebe em dixwazin bûyerên xweş û nexweş ên di vê mehê de qewimî bînin bîra we: * li Adara 1919, Sereoki netewîyi kurd Mistefa Barzanîçû ser heqiya xuie. * 6i Adara 1921 Serhildana Qoçgirîyê dest pi kir. * 6i Adara 1915 li hember Tevgera Azadîxwaz a Neteweyî ya Kurdistana Başûr Peymana Cezayîri hat îmzekirin. * İli Adara 1910 li Başûri Kurdistanê daxwaza xudmuxtariya Kurdistani hate qebûlkirin * 11 i Adara 1991 rizgarkirina bajari Hewlirêji dagîrkerên Beasî. * 12i Adara 1911 li Tırkiyeyi derba leşkerî çibû. * 12i Adara 2004 Qetliyama Qamişloyê. * 13i Adara 1914jina şoreşgera kurd Leyla Qasim hate dardekirin. * 14i Adara 1903 rojaji dayikbûna Mistefa BARZANÎ. * 16i Adara 1988 kîmyebarankirin ûjenosîda kelepçeyi çibû, 5 hezar insan hat kuştin û bi deh hezaranjî hatin birîndarkirin. * 18i Adara 2002 bizin hevpeyman dest bi operasyona li dijî rejîma Seddamî kirin. * 21i Adama Roşana Neteıvî ya Kurd, NEWROZ e. * 23i Adara 1960 alîm û reıvsenbîri kurd Seîdi Kurdî çû ser heqiya xwe. * 25i Adara 1916 seroki Serhildana Agirt İhsan Nûrî Paşa çû ser tteqiya xwe. * 31i Adara 1941 seroki Komara Kurd a Mehabadi Qazî Mihemed hat dard ekilin. Yekemîn hejmara Kovara BÎRê di çarçova dosyaya Belgeyên Kurdolojî de, hinek belgeyên balkêş ên kurdolojiyê pêşkêşî we dike û dê her bixwaze belgeyên wisa çap bike. Meha Adarê ji aliyê pêkhatina bûyerên dîrokî veji bo kurdan meheke pirr girîng e û ligel wî bi xelasbûna zivistan û hatina biharê jî destpêka geşbûna




Ay Eman Eman Eman Ci Xerabe Ev Zeman



10 xweza û bînfireyîya jiyanê ye. Her weha dema geşbûna kûlîlkên biharê û agirê NEWROZê ye. Ji niha ve NEWROZA WE PÎROZ BE\ Xwendevanên birûmet, em di vê yekemîn hejmara Kovara BÎRê de hinek belgeyên balkêş ên kurdolojîyê pêşkêşî we dikin ku qismekji wan nêzîkê çarsed sal di ser wan ra derbas bûye. Hûnê di van belgeyan de hinek xal û xisûsiyetên girîng ên komelga û ziman û tevgera kurd binasin. Ji van belgeyan yekemîn Giramera Kurmancî ya Elî Termoxî ye, lavija Mar Basellîos Şimûn, li ser Şoreşa Qoçgirî nivisîna îsmaîl Heqî Şaweys, li ser Tevgera Şêx Mehmûd nivisîna Mela Xalid Ezîzê Motkî, rojnameyên wekî Bangî Kürdistan, Rojî Kurdisitan, BangîHeq, Umîdî îstîqlal û Zarê Kurmancî revvşa wê demê ya Başûrê Kurdistanê bi zelalî dîyar dike. Digel wê hûnê li ser Kerkük û wekî dîjî hinek nivîsên balkêş bibînin. Kovara BÎRê di warê xwe de ne yekemîn kovar e û nejî dê bibe ya dawîn. Hûn xwendevan û dilxwazên kovarê çi qas piştgirî bidin me, ew qas em dikarin astengan li dû xwe bihêlin û kovareke dewlemend pêşkêşî we bikin. BÎR, dengê hemû lêkolîner û roşinbîrên kurd e û heman demî dê wek weşanxaneyekjî di xizmeta berhemên ramyarî û edebî yên kurdî de be. Bi hêvîya hevdîtina gelek hejmarên BÎRê di nav xêr û xweşiyê de bimînin BÎR


39 400ê din jî berê xwe dane Tirklo. 300 şervanên din jî, ku di bin serokatiya Qere îbo û Tilîk de bûn, wan jî çavdêriya şerê wan dikir. Li pist wan jî, 2 hezar kurdên bêçek, kirin şeş mil û ew jî di bin serokatiya Ezemet û Taqî Begê kurê Rifet de bûn. Karê wan jî ev bû, ku kuştî û birîndaran hildin, şervanan peyda bikin, li pey fişek û çekan bigerin û peyda bikin û li hawirdorên Boxaza Wêran, Qeredaş, Maden û Kemûçeyê hatûçûnê bikin... Û bi vî awayî bikarîbin Kemaxê û çaraliyên bajarên Erzincan û Sêwasê bikine bin çengê xwe. Di heman demê de waliyê Sêwasê desteyek amojgar pêk anî û ji bo damirandina şoreşa kurd şand Hafikê, lêbelê vê desteyê qet nekarî havilekê bike û neçar berepaşkî vegeriya... buluğ leşker di bin fermandariya wî de bûn. Di nameye de nivîsîn ku "Ger tu dixwazî şer bikî, were derveyî bajêr!" Lêbelê, qumandanî bersiv neda. Wan jî ajot bi ser de û ji serê sibehê heta bi nîvrojê pevçûnê ajot û di encamê de bajarê îmraniyê ji aliyê şoreşgerên kurd ve hate rizgarkirin. Miralay Xalis' Begê ku qumandanê leşkerên tirk bû, li îmraniyê hat kuştin û leşkerên tirk giş hatin dîlgirtin, çekên wan ji deste wan hatin stendin û Alaya Kurd li İmraniye hate hildan û li şaneşînan li ba bû... Di encama vî şerê mezin de 10 şoreşgerên kurd şehîd ketin û 20 jê birîndar bûn. Piştî bidestxistina vê serketinê şerkerên kurd ên ku ji navçeyên Sêwas û Erebgir û Erzincanê ne, êdî dikarîbûn çûnûhata nav mal û zarûzêçên xwe bikin. Tirkan ji Erzeromê û Baybûrdê ji Alayîya 11. du buluğ piyade bi tevî 2 Dr. Nûrî Beg batarya topên çiyayî şandin bi ser Erzincanê de. Van leşkeran dikarîbûn Erzincanê dagir bikin. Di bin serokatiya Mehmûd Begzade (Beko) de 200 şerkerên kurd eriş birin bi ser Refahiye de û rizgar kirin. Hemû leşker û cendirmeyên tirk ên li wir dîl girtin, çekên wan ji wan stendin, wan bêteref kirin û şandin Sêwasê. Ew Alayîya pîyadeyên ku ji Qere Hesarê dihat bo alîkariya leşkerên şkîyayî yên tirk, ji aliye şerkerên Qareman Nûrî ve hatin şkandin û bi vî awayî Zarajî ket deste kurdan. Alaya Kurd Hate Hildan Roja 2ye Adara 1921ê Kurê Rifet û Palewan Husên û Aşûr nameyek ji qumandanê imraniye re şandin, ku 3 Dr. Nûrî Beg, yek ji roşinbîr û têgihaştî û têkoşerên dilşewat ên netewa kurd bû. Ev camêrê cîgerşewat di warê diplomasiye de yek ji rêvebirê şoreşa Kurdistanê bû. Gelek kes ji xizrhên wî û çend birayên wî di doza kurdayetiyê de şehîd ketibûn. Û di nav Komela Kürdistan Tealî û Taaumni de jî gelek bawerî bi rola vî kurdî hebû. Hukumeta Enqerê jî gelek lê dixebitî da ku vî têkoşerî desteser bike, lê nedikarî, çunke ew li Kurdistana Rojavayê gelek bi navûdeng bû... Şoreşgerên kurd her çi raport û belgeyên ku bidest dbdstin, didane deste Dr. Nûrî û herwiha wî jî wan rûber dikir û. bi vî awayî di famkirina BÎR. Hejmar:! Bihar


43 behsa xodmuxtariyeta Kurdistane ji wan re kir û gelekjî li dijî serî qise kir. Hingê Dr. Nûrî Begî bersiva Şefîq Begî da û got ku "Piwîst e ku hûn devji tevgerin leşkerî û propagandayên reşkir û neheqiyan berdin, majen îdarî yin derbari kurdan de beli bikin, eu> xodmuxtariya ku hûn ji me re behsa wê dikin naxwe bi resmiyete beyan bikin û bila Meclisa Tirkiyi bi eşkerayî biryara wê bide û rojname binivîsin û bila biryara hukumeta Tirkiyi yaji bo kurdan li tevayî cîhani belav bibe. Ger na, emjigotinan bawer nakin, çunke mêrkujî û talankirina zemani osmaniyan her liber çav e!..." Vê axiftina Dr. Nûrî Begî tesîreke bi têhn li ser serkirdayetiya kurd kir û ev bawerî ji wan re çêbû ku rawestandina serî yaji hêla Heyder Begî ve baş nîn e û dê ev ji bo kurdan bibe destpêkirina rojên reş! Herwiha, pê re jî xwestin ku wê desteya amojgaran dîl bigirin, lêbelê dîsa jî roja 22e Adara 1921ê endamên heyete vegerandin Sêwasê, çunke ew mêvanên Heyder Begî bûn û dîlgirtina mêvanan eybeke mezin bû li bal kurdan. Di vê demê de hukumeta Tirkiye jî, ji bo qirkirina kurdan xerîkî pîlaneke mezintir bû. Leşkerên Tirk Piştî guftugoyên Dr. Nûrî Begî, navendên artêşa Enqerê ketin nav tevgerê. Tabura Siwarî-14. û Lîwaya- 13. li pey hev şandin Sêwasê da ku bajarên Elezîz û Erzincan û Sêwasê ji xetereya êrîşên kurdan biparêzin. bû, ku ji Sêwasê bi Enqerê re bikevin têkiliyê, lêbelê Heyder Begî ji ber dilpakiya xwe bawerî bi soz û gotinên Mistefa Kemal anîbû, lewre jî bi vê qayil nebû ku kurd bi ser hukumeta Enqerê ve eriş bikin. Ji ber vê yekê, Heyder Begî vê pîlana han derxistibû pêş. Leşkerên Fransayê li Ruha û Eyntab û Aramê (Maraş?) saz bûbûn. Rawestiyabûn ku bi pêş ve werin, lêbelê kurdan nedixwest ku ew bêne nav Qoçgiriyan, çunke j i dora Eyntabê bigire heta bi Sêwasê ew herêm bi giştî ketibû jêrî desthilatiya Qoçgiriyan. Elî Şan Begzad, Izet Beg, Mehmûd Beg û Ezemet Aşkî, van her çar qehremanan serkirdayetiya şoreşgerên Qurîçay, Bilûcan, Zara, Hafik û Sêwasê dikirin. Di hin deveran de jinên kurdan jî di nav şoreşgerên Qoçgiriyan de beşdarî dikirin; karê tedawîkirina birîndaran, temînkirin û amadekirina zexîreyê û heta ku şerê bi tifing jî dikirin. Di wan navçeyan de kurd bi giştî bi ser ketibûn û wan deveran bi giştî kiribûn jêr destê xwe. Şoreşgerên kurd di hatûçûnê de Alaya Kurd hildikirin û Marşa Dersime ya Kurdayetiyê dixwendin, lewma jî eşqa têkoşina ji bo Kurdistane li nav dilê hemû kürden vê deverê vêdiket. Lêbelê, fransizan ku dîtin kurdan şoreşeke bi rêkûpêk rakirine piyan û Alaya Kurd hildane hingê tirs kete dilê wan, lewre jî rabûn di bin re bi tirkan re ketin nav guftugoyan. Heyder Beg û Serkirdeyên din ên Kurd Di serî de pîlana wan a vê carê ev Kemalîyan di 18e Adara 1921e de li wîlayetên Trabzon û Gumuşxane û Şebîn Qere Hesar û Sêwasê hereket dan destpêkirin. Ji ber ku kürden BÎR. Hejmar: 1 Bihar 041b061a72


グループについて

グループへようこそ!他のメンバーと交流したり、最新情報をチェックしたり、動画をシェアすることもできます。
bottom of page